Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Alevîtîyê li Dîyarbekirê Hat Lidar Xistn


Bi hevkarîya Kongreya Civaka Demokratîk KCD, federasyon û komelên Alevîyan, 1’emîn Konferansa Alevîtîyê li Dîyarbekirê hat lidar xistin.

Şaredarê Dîyarbekirê Osman Baydemîr axaftina xêrhatinê kir û destnîşan kir ku heşt hezar sal in ku bê navber li bajarê Dîyarbekir jîyan dewam kiriye û gelek bawerîyên qedîm li vir şîn bûne.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk jî destnîşan kir pergalên serdestan ne tenê politiqayên inkar û pişaftinê, di heman demê de qetliam û wehşetan jî li ser Alevîyan meşandine.

Hevseroka KCD got “Komara Tirkiyê him li ser Kurdan, him jî li ser Alevîyan poltîkayên înkar û îmhayê meşande û xweste ku ola civakê biguherine û civakê bîne ser xeta Turk û Îslamê.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG