Lînkên eksesibilîtî

NY jiber Êrîşa li Îdlibê bi Awayekî Awarte Dicive


Li Xan Şêxûn ya Îdlibê, piştî êrîşa kîmyayî ya gumankirî birîndar maskeya oksîjenê bi kar tînin

Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley li New Yorkê got ku Civata Ewlekarî ya NY, dê jiber êrîşa li Îdlibê îro Çarşemê civîneke awarte li dar xîne.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihandibû li Xan Şêxûn ya Îdlibê, di êrîşeke kîmyayî ya gumankirî de, bi kêmî ve 58 kes hatine kuştin.

Ser îdiayên gaza kîmyayî Fransa û Brîtanya ji NY daxwaza kombûneke awarte kirin.

Nûnerê Taybet yê NY yê jibo Sûrîyê Staffan de Mistura jî dîyar kir ku jibo hesabê êrîşê were pirsîn ewê Civata Ewlekarî bi awayekî awarte bicive.

Karbidestên NY yên ku tawanên cengê vedikolin, ser îdiayên êrîşa bi gaza kîmyayî û bi qestî êrîşbirina ser navendeke dermankirinê dest bi vekolînê kirin.

Komîsyona Serbixwe ya Vekolîna Sûrîyê ya NY bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku bikaranîna gaza kîmyayî û bi qestî êrîşbirina ser navenda dermankirinê tawana cengê ye û bi awayekî tund binpêkirina hiqûqa mafên mirovan e.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG