Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Tawanên Kîndarîyê Zêde Dibin


Hemwelatîyekî Amerîkî nivîseke li dijî Misilmanan ya li ser dîwarê mizgeftekê jê dibe
Hemwelatîyekî Amerîkî nivîseke li dijî Misilmanan ya li ser dîwarê mizgeftekê jê dibe

Li gor anketeke nû, 63 ji sedê hilbijêran difikirin ku piştî Donald Trump wek serokê Amerîka hatîye hilbijartin li wî welatî kîndarî zêdê bûye.

Navenda Vekolîna Tundrêkarî û Kîndarîyê, di xebateke ku cara yekê tê weşandin de, eşkere kir ku li heft bajarên mezin yên Amerîka tawanên nefretê zêde bûne. Di nav bajaran de New Yok, Chicago, Ohio û Colombus jî hene. Daneyên xebatê nîşan didin ku li van herêman sûcên kîndarîyê herî kêm 10 ji sedê zêde bûne.

Li gor xebata ser tawanên kîndarîyê:

- Li bajarê New Yorkê tawanên kîndarîyê 24 ji sedê pirtir bûn û ew hejmara herî bilind ya 10 salên dawîyê ye.

- Li seranserê eyaleta New Yorkê zêdebûna tawanê 20 ji sedê ye.

- Li Chicago 24 ji sedê zêde bûye. Ji 2 salan vir ve ev rêje ye herî zêde ye.

- Li Cincinatti ya eyaleta Ohio tawanên nefretê 38 ji sedê zêde bûne

- Li herêma Montgomery ya Marylandê zêdebûne tawanê ji 42 ji sedê pirtir bû.

- Li Seattle ya Washington tacîzên bi qestî 6 ji sedê zêde bûn.

Li gor raporên hêzên ewlekarîyê yên herêmê û daneyên pêşî ya hikûmetê jî di sala 2016’an de tawanên kîndarîyê zêde bûne.

Anketeke ku Zanîngeha Quinnipiac kiriye jî daneyên fermî piştrast dike. 77 ji sedê beşdarên anketê difikirin ku jiber komên kêmnetewe ew bi taswas in. 48 ji beşdaran dîyar dikin ku ew di fikrên pêşdarazîya wan cidî ye. Di anketeke ku Hezîran 2016’an de hatibû kirin de heman rêje 41 ji sedê bû.

Li gor rapora Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) di sala 2015’an de tawanên kîndarîyê 7 ji sedê bûn. Êrîşên ku rasterast bi ser Misilmanan de pêk hatin 67 ji sedê zêde bûn.

Li Amerîka hejmara komên ku tawanên kîndarîyê pêk tînin di sala 2016’an de ji 582’yan rabû 917’an. Di nav koman de herî zêde komên ku li dijî Îslamê ne zêde bûn. Di sala 2015’an de hejmara komên dijî Îslamê 34 bûn ku ew hejmara di sala 2016’an de gehişt 101’an.

XS
SM
MD
LG