Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê Wezareta Derve Kirby: Em Fêdakarîyên YPG'ê yên Dijî DAIŞ'ê Taqdîr Dikin


Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîka John Kirby di brîfînga rojane de îro Pêncşemê got ku ew fêdakarîyên YPG'ê yên di çerê dijî DAIŞ'ê de taqdîr dikin û rêza ji wan fêdakarîyan digirin.

Kirby da zanîn ku serkeftinên YPG'ê yên dijîê DAIŞ'ê berçbiçav in û ew jî wê yekê dibînin. Wî nerazîbûna xwe li hember alozîya navbera Tirkan û Kurdan dîyar kir û banga aramî kir.

Kirby bal kişand ku ew nikare li ser dem û çawatîya operasyona Reqa agahîyan bide û wê karbidestên Pentagonê li ser wê yekê daxuyanîyan bidin.

XS
SM
MD
LG