Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuyanîya Koalîsyonê ya Derbarê bi Çewtî Kuştina Çekdarên HSD'ê


Koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞ’ê îro Pêncşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku di 18 şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di êrîşeke esmanî de, bi çewtî hatine kuştin.

Daxuyanî dide zanîn ku bûyer di 11ê Nîsanê de li başûrê Tebqa qewimî û êrîşa esmanî li ser daxwaza HSD’ê pêk hatiye.

“Hevkarên me yên ser erdê cîhê lêxistî wek çepera DAIŞ’ê destnîşan kiribû, lê di rastîyê de şervanên HSD’ê li wir bûne.”

Daxuyanî anî zîman ku Koalîsyon xemgînîya xwe li ser bûyerê dîyar dike û sersaxî ji malbatên qurbanîyan re dixwaze.

“Koalîsyon ligel HSD di peywendîya nêzîk de ye û hevkarên me bal kişand ku tevî wê bûyera trajîk, ew bi vîneke xurt dixwazin şerê xwe yê dijî DAIŞ’ê bidomînin.”

Di dawîya daxuyanî de tê bal kişandin ku Koalîsyon lêpirsîna bûyerê dike ku careke din reşbûyerên wiha neqewimin.

XS
SM
MD
LG