Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyon Îdiayên Ser Kuştina Sîvîlên Sûrî bi Êrîşên Esmanî Red Dike


Di wêneya ji arşîvê de, zarokên li Dêrezorê
Di wêneya ji arşîvê de, zarokên li Dêrezorê

Reuters'ê ragihand ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, îdiayên ku dibêjin wê li rojhilata Dêrezora di destê DAIŞ'ê de, bi êrîşên esmanî bi dehan sîvîl kuştine red kirine.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihandibû ku bi kêmî ve 42 kes, ku 11 ji wan zarok in, li el-Bukamal ya nêzî sînorê Îraqê, pêr Duşemê di êrîşên firokan de hatine kuştin.

SOHR'ê dîyar kiribû ku êrîşan mizgeftek û avahîyên rûniştinê armanc kirine ku guman heye ku firok yên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ne.

Berdevkê Artêşa Amerîka Ryan Dillon, bi daxuyanîyeke nivîskî ji Reuters'ê re ragihand ku firokên koalîsyonê, roja Yekşem û Duşemê ti êrîş nebirîye ser el-Bukamal, lê li 50 kîlomtre dûrî wê navçeyê bîrên neftê yên di destê çekdarên DAIŞ'ê de hatine bombebaran kirin.

Dillon bi berdewamî da zanîn ku hin dewletên din li wê herêmê êrîşen esmanî pêk anîne, lê ew bi nav nekirin.

Piranîya Dêrezorê di destê DAIŞ'ê de ye ku çekdarên rêxistina tundrê yên li Îraq û Sûrîyê, di ser wir re digihejin hevdu.

Aktîvîstên Sûrî û niştecihên berê yên ku peywendîyên wan bi merivên wan yên li bakurê Sûrîyê re hene dîyar dikin ku ji destpêka operasyona rizgarkirina Reqa ya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, hejmara sîvîlên ku di êrîşên esmanî de hatine kuştin zêde bûye.

Karbidestên Amerîkî ragihandibûn ku seba sîvîl di êrîşên esmanî yên li Îraq û Sûrîyê dr neyên kuştin, pir baldar tevdigerin.

XS
SM
MD
LG