Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Frontex'ê Sazîyên ku Koçberan ji Mirinê Difilitînin Rexne Kir


Koçberên Afgan li beravên Yunanistan'ê
Koçberên Afgan li beravên Yunanistan'ê

Dîrektorê Ajansa Ewlekarîya Sînorên Yekîtîya Ewrupa (Frontex) Fabrice Leggeri, sazîyên sîvîl yên ku koçberan li behran ji fetisînê difilitînin, rexne kir.

Leggerî di hevpeyvîneke rojnameya Alman, Die Welt de dîyar kir ku operasyonên rizgarkirina koçberên li ber fetisînê, rê li ber qaçaxçîyên koçberan vedike ku ew zêdetir wî karî bikin.

''Divê em naveroka rizgarkirina koçberên li beravên Lîbya jinûve binirxînin. 40% operasyonên filitandinê sazîyên sîvîl dikin û ger ew bi hev re nexebitin dê hejmara koçberên neqanûnî zêdetir bibe."

Di serî de Rêxistina Doktorên Bê Sînor (MSF), gelek sazîyên sîvîl yên navneteweyî li dijî gotinên Leggerî derketin û ew bi awayekî tund rexne kirin.

Frontex, ku navenda wê li Varşova ya paytaxta Polonya ye, di 2005'an de hatiye damezirandin û jibo ewlekarîya sînorên welatên Yekitîya Ewrupa (YE) tedbîran distîne.

XS
SM
MD
LG