Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Nêzî 3 Mîlyon Sûrî Nav Axa Wê Dijîn


Li kampeke Nizib ya Dîlokê koçberê Sûrî Mistefa Helebî: ''Ez Sûrî me û dixwazim vegerim Sûrîyê''
Li kampeke Nizib ya Dîlokê koçberê Sûrî Mistefa Helebî: ''Ez Sûrî me û dixwazim vegerim Sûrîyê''

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku li seranserê wî welatî 2 mîlyon û 969 hezar koçberên Sûrî dijîn. Li gor daneyan, hejmara koçberên Sûrî 3,72 ji sedê nifûsa Tirkîyê ye.

Li gor nifûsê rêjeya herî bilind li Kilis e ku 124 hezar û 481 koçberên li wî bajarî 95,15 ji sedê nifûsê pêk tînin.

Li dû Kilisê, Hatay bi 24 ji sedî, Riha bi 21 ji sedî û Dîlok jî bi 16 ji sedî tê.

Hejmara koçberên Sûrî li Stenbolê herî zêde ye ku li wî bajarî bi qasî nîv mîlyon koçberên Sûrî dijîn.

Li dû Stenbolê bi 420 hezar koçber Riha, bi 384 hezar Hatay û bi 329 hezar Dîlok tê.

XS
SM
MD
LG