Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peymana Aştîyê li Kolombîya Îro Tê Îmza Kirin


Peymana aşitî ya dawîn di navbera hikûmeta Kolombîya û tevgera gerîla ya netewî FARC, îro Duşemê tê îmza kirin û şerê navxweyî yê salên dirêj bi dawî dibe.

Jiber şerê navxweyî, tê texmîn kirin ku pirtir jî 250,000 kes hatine kuştin, bi mîlyonan kesên din jî bê cîh û war man.

Di merasîma îmzakirinê de gelek serokên dewlet û hikûmetan amade bin û Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry jî li ser Dewletên Yekbûyî beşdarî seremonî bike.

Kerry îro Duşemê ji nûçegîhanan re got ku girêdayî cîhanîna peymana aştîyê, ew dikarin FARC ji lîsta rêxistinên terorîst derxînin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Amerîka jî para xwe di pêkhatina vê peymana dîrokî de dibîne û Serok Barack Obama jî vê yekê mîna yek jî bûyerên herî serketî ya seroktîya xwe dinirxîne.

XS
SM
MD
LG