Lînkên eksesibilîtî

Komarî Rexneyên Tund li Obama Dikin ku bo Berdana Rehîneyan Dirav Şandiye Îranê


Komarî îro Înê rexneyên tund li rêvebirîya Obama dikin ku jibo berdana çend Amerîkîyên li Tehranê dîlgirtî, $400 mîlyon dolar dirav şandiye Îranê.

Karbidestên rêvebirîyê do êvarê pênasînê bi şandina diravê, bo armanca misogerkirna rehîneyên Amerîkî kiribû.

Wezareta Derve ya Amerîkî gelek caran red kiribû ku dirava hatiye şandin jibo kesên dîlgirtî ye. Qanûnên Amerîkî qedexe dike ku hikûmet jibo rehîneyan pere bide, bi tirsa ku ew yek dikare bûyerên revandina hemwelatîyên Amerîkî pirtir bike.

Serokê Civata Nûneran Paul Ryan di daxuyanîyeke nivîskî got ku Serok Barack Obama û rêvebirîya wî ji destpêka sale heta niha bîragiştî dixapîne.

Ryan got, deynê Obama ji gelê Amerîka re heye kiryarên xwe û encamên xeter yên wan kiryaran, bi tevahî ji bîragiştî re eşkere bike."

Berbijarê seroktîya Amerîkî yê Komarî Donald Trump li ser wê mijarê peyîvîbû û Obama wek "derewçî" bi nav kiribû ku dayîna diravan bo serbestkirina rehîneyan înkar kiribû.

Serokê Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Senatoran, Ed Royce yê Komarî jî got ku dayîna dirav “jîyana pirtir Amerîkîyan dixe metirsîyê. Û me pirtir cesaret da Îranê, ew heweskar kirin ku pirtir kes wek rehîne bigirin.."

XS
SM
MD
LG