Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komela Rojava jî Nav de 47 Sazîyên Sîvîl li Tirkîyê Hatin Girtin


Mora ku li derîyê komelê hatiye danan
Mora ku li derîyê komelê hatiye danan

Li Tirkîyê 47 komel û sazîyên sîvîl ji alîyê hikûmetê ve hatin girtin. Di nav komelên girtî de Komela Rojava jî heye ku sê sal berê hatibû ava kirin, piştgirîya xwarin, livîn, çadir û kinc dida malbatên Rojavayî û Şengalî.

​Komela Rojava herwiha ji par vir ve piştgirî dida malbatên ku li bajarên qedexa û şer de li ortê mabûn.

Heta niha ji Şirnexê, Surê, Cizîrê, Nisêbîn, Gever, Farqîn û Hezêx (Îdil) alîkarî gihandîye bi hezaran malbatan.

Rêvebirê komelê Mustafa Ocakli got ku ne tenê derîyê Komela Rojava hatiye mor kirin, lê mor li hêvîya bi hezaran Kurdan jî hatiye xistin.

Ji alîyê dinê ve, Wezirê Karê Navxwe yê Tirkîyê Suleyman Soylu derbarê ji kar dûrxistin û derxistina karmendan û girtina 370 komeleyên sîvîl de axifî.

"Gelek karmend piştgirîya PKKê dikin. Ji îro şûnda tu hicetek nayê qebûl kirin ku karmendê dewletê hem ji dewletê meaş bistînin, hem jî alîkarîya PKK'ê bikin. Em qiruşek miletê bi wan nadin xwarin! Hemî walî, qeymeqam, cenderme û polîsên me di ser vê meselê de diçin,” Soylu got.

Soylu bi berdewamî dîyar kir ku wan derîyê 370 komeleyan mor kir jibo ku ew komele bo piştevanên rêxistina terorê bibin hêlîn. “Herin li wir çalakîyan bikin, piştgirîyê bidin rêxistinê û emê ji wan weke sazîyên sîvîl û fermî bibînin?”

Hêjayî gotinê ye hem ji kar dûrxistin û derxistina bi hezaran karmendan hem jî morkirina 370 komeleyan bi biryara Soylu pêk hat.

KHF_11_14_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:59 0:00

XS
SM
MD
LG