Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Konga Karvekêşana Xwe Da, Kabila Heta Hilbijartinan li Desthilatê Dimîne


Augustin Matata Ponyo
Augustin Matata Ponyo

Serokwezîrê Komara Demokratîk ya Kongo Augustin Matata Ponyo îro Duşemê karverkêşana xwe da, beramber lihevkirineke sîyasî ku seroktîya Joseph Kabila direjtir dike.

Matata piştî hevdîtina ligel Seork Kabila hot got ku wî û endamên kabîneya wî, li gor rêkeftina îmzakirî, karvekêşana xwe pêşkêş kir.

Yekîtîya Afrîqa navbeynkarîya rêkeftinekê kir ku hilbijartinên giştî yên meha borî paş dixe û di Nîsana 2018’an de pêk tîne.

Hêjayî balkişandinê ye ku li gor wê rêkeftinê, Kabila heta hilbijartinan wek serokê hikûmeta desthilata parvekirî dê bimîne.

XS
SM
MD
LG