Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr Hember Ceribandinên Nû yên Pyongyangê Hişyarî de Ye


Koreya Başûr îro ragihand ku di vê demê de ku salvegereke girîng ya Koreya Bakur nêzîk dibe, ew li hember ceribandineke nû ya navokî ji hêla Pyongyangê, di asta hişyarîya bilind de ye.

Karbidestên Amerîkî û Koreya Başûrî ji çend hefte vir ve bala civata navnetewî dikşînin ku Koreya Bakur, tevî hebûna toleyên Nateweyên Yekbûyî, dikare ceribandineke nû bike ku hem Amerîka, hem jî Çîn dijî wê ne.

Pyongyang Sêşema tê salvegera 85an ya damezrandina Artêşa Gelê Koreya Bakurî pîroz dike û Koreya Bakûr di rojên wiha de ceribandinên navokî û hîndarîyên leşkerî pêk tine.

Li Rûsya jî ajansa nûçeyan ya RIA ji zarê Kremlînê înkar kir ku Rûsya alav û hêzên leşkerî ber bi sînorê Koreya Bakurî ve dilivîne.

XS
SM
MD
LG