Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Muşekeke Cûrê Scud Ceriband


Reutersê ragihand ku Koreya Bakur îro Duşemê muşeke Scud ya menzîlkin ceriband. Muşek bi qasî 450 kîlometre firîya û li Derya Japon ket xwarê. Japonya ceribandin protesto kir.

Pispor didin zanîn ku ceribandinên dawî nîşan didin ku Koreya Bakur di çêkirina muşekan de pêş ketîye.

Tevî ku Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî çekên navokî û bernameya muşekan qedexe kiriye jî, Koreya Bakur di van mehên dawî de ceribandina muşekan zêde kiriye.

Fermandarîya Pasîfîk ya Amerîka dîyar kir ku muşek ji Wonsan ya Koreya Bakur hatîye firandin û bi qasî 6 deqîqe li jor maye.

Koreya Bakur, berî vê muşekê do Yekşemê pergala çekên firokşikên jî ceribandibû û medya fermî wêneyên serokê wî welatî Kim Jong-un yên li ber çekan weşandibûn.

Di destê Koreya Bakur de jimarek muşekên Scud yên ku ji alîyê Yekîtîya Sovyet ve hatine pêşxistin hene. Van muşekên ku jinûve hatine çêkirin heta 1000 kîlometre dûr diçin.

Tê dîtin ku Koreya Bakur lezek daye ceribandina muşekan ku berê ti carî ewqas li ser hev neceribandibûn. Pispor didin zanîn ku Pyongyang gav bi gav ber bi muşekên balîstîk yên ku pê dikare êrîşî Amerîka bike diçe.

Koreya Bakur dîyar dike ku ew muşekên xwe li dijî ‘’êrîşkarîya Amerîka’’ bi pêş dixe.

XS
SM
MD
LG