Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Çar Muşekên Balîstîk Firandin Behra Japon


Reuters'ê ragihand ku ​Koreya Bakur îro Duşemê çar muşekên balîstîk firandin Behra Japon. Hikûmeta Japonya û Koreya Başûr, jiber muşekan bertekên tund nîşan dan.

Serokwezîrê Japonya Şinzo Abe dîyar kir ku ji muşekan sisê, li herêmên wan yên aborîyê ketine û got ku ew rasterast gefxwarinek e.

Artêşa Koreya Başûr jî da zanîn ku muşek ji bingeheke li herêma Tongchang ya li ber sînorê Koreya Bakur û Çînê hatiye firandin û bi qasî 1000 kîlometre li jor mane.

Serokê Koreya Başûr Hwang Kyo-ahn, bang li Amerîka kir ku ew demûdest pergala berevanî ya muşekî li welatê wan dane.

Li ber bû ku Amerîka di mehên pêş de pergala muşekî li Koreya Başûr amade bikira.

Rêvebirîya Koreya Bakur, meha borî piştî seroktîya Donald Trump cara yekê muşeka balîstîk ceribandibû ku Neteweyên Yekbûyî (NY), Amerîka, Koreya Başûr û Japonya ew şermezar kiribûn.

NY'ê jibo Koreya Bakur ceribandina muşekan qedexe kiribû, lê ew dîyar dike ku bernameya wê ya fezayî aştîyane ye.

XS
SM
MD
LG