Lînkên eksesibilîtî

Medya Koreya Bakurî Hişyarî li Ser Êrîşeke Amerîkî Dide


Zilamekî Koreya Başûrî li ceribandina navokî ya Koreya Bakurî temaşe dike

Medya dewletî ya Koreya Bakur îro Sêşemê hişyarî li ser êrîşeke navokî ya Amerîka da, piştî ku jimareke keştîyên Amerîkî yên çekên navokîhilgir ber bi Oqyanusa Pasîfîk ve nêzîk dibe.

Girjî û alozîya li Nîvgirava Koreyî di asta bilind de ye, jiber ku hember îhtîmala ceribandinên nû yên ji alîyê Pyongyong ve, gotegotên êrîşeke leşkerî ya Amerîka li ser Koreya Bakur zêdetir bûne.

Rojnameya fermî ya Koreya Bakurî, Rodong Sinmun got ku welat li hember hemî êrîşkarîyên ji hêla Amerîka ve hazir e.

Serokê serkar yê Koreya Başûrî Hwang Kyo-ahn jî li ser provokasyonên Koreya Bakurî hişyarî da û ferman da artêşê ku xebatên çavdêrî zêde bikin û ragihandina bi Amerîka re xurt bikin.

XS
SM
MD
LG