Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta herêma Kurdistana Îraqê Rexneyên HRW Red Dike


Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporta Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) red dike, ku tê de pêşmergeyan bi wêrankirina gundên Ereban li Kerkûk û Mûsilê tawanbar dike.

Serokê Komîteya Pêdaçûn û Bersîvdanê Raortên Navnetewî Dîndar Zêbarî got ku DAIŞê û êrîşên esmanî yên koalîsyonê xanî û gundên Ereban li Kerkûk û Mûsilê wêran kirine.

Zebari da zanîn ku mîlîtanên DAIŞê li bajarokê Zumar ya Mûsilê, xanîyên berpirsên ewlehîyê jî nav de, piranîya xanîyan peqandin, berî ku pêşmerge têkeve nav wî bajarî.

“Li navenda Zumar 280 xanî ji alîyê DAIŞê ve hatin bombe kirin û peqandin û nêzîkî 300 xanî di encama êrîşên esmanî yên koalîsyonê de hatin rûxandin, lê HRW qet qala wan nake, “ Zêbarî got.

XS
SM
MD
LG