Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Çend Rêvebirên Kurdan bo Konferansekê Vedixwîne Moskowê


Asya Abdullah, Ahmet Turk û çend rêvebirên Kurdan
Asya Abdullah, Ahmet Turk û çend rêvebirên Kurdan

Serokê Otonomîya Federal ya Neteweyî ya Çandî ya Kurdên Federasonyê Rûsya Ferhad Patiyev dîyar kir ku rêberên Kurdistana Sûrîyê û yên parçeyên din yên wî welatî wê li Moskow'ê beşdarî konferanseke ser Rojhilata Navîn bibin. Konferans dê di 15'ê Sibatê de li dar keve.

Hevseroka Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah, Serokê Rêvebirîya Kantona Kobanê Enwer Mislim jibo konferansê hatine vexwendin. Patiev da zanîn ku rêber û rêvebirên ji Kurdistana Tirkîye, Iraq û Îranê dê li konferansê biaxifin.

Li ser navê Kurdistana Tirkîyê dê parlementerê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Osman Baydemîr here Moskow'ê.

Tê çaverê kirin ku rêber û rêvebirên Kurd bi yên Rûs re jî hevdîtinan pêk bînin û piştre jî li ser wan daxuyanîyeke çapemenîyê bidin.

Serokê Otonomîya Federal ya Neteweyî ya Çandî ya Kurdî di sala 2000'an de li Moskow'ê hatiye damezirandin, ku Kurdên li Rûsya jibo xebatên çand, huner, ziman hildigire nav xwe.

XS
SM
MD
LG