Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatî ji Partiyên Desthilatdar li Herêma Kurdistanê di Nerazî Ne


Ji sedema rewşa aloz ya Siyasî û Aburî li herêma Kurdistana Îraqê welatî ji desthilatdariya partiyên beşdar di hikumet û Parlamena Herêma Kurdistana Îraqê di nerazîne û rexenyan li rêveberiya van partiyan digirin.

Parlamena Kurdistanê ev nêzîkî salekê ye bê çalakî maye, herweha hikumeta herêma Kurdistanê rastî kirîzên abûrî û siyasê hatiye, bi taybet piştî mehaneyên karmend û fermanberên hikûmetê dihên gîrokirin û her çend mehan carekê mehaneyên xwe distînin, vê rewşê welatî dilgiran kirine.

Dengê Amerîka xwe gihande hind welatiyan, da ku bizane ew çawan li rewşa siyasî û abûrî ya herêma Kurdistanê dinêrin.

Rojnamevan Sebah Etrûşî dibêj"kirîzên Aliyên Siyasî hertim di berdewamin çi encam ji kombunan dernakeve, ne civînên bi Bexda re, ne jî civînên navxwe yên hêzên siyasî li Hewlêr û Silêmaniyê", Etruşî herweha dibêje"çendî parlamena herêma kurdsitanê kara û çalak nebe û qîmeta endam palamenan neyê dayîn rewş dê weha berdewam bibe".

Herweha Welatî Edurahman Bamernî dibêje" kesekî bawerî bi hikumet û parlamenê nemaye, kesek nizane dahat û pereyên herêmê bi kode diçin û paşeroja herêmê jî ne zelale, siyaseta herêma kurdistanê ketiye di destên derve de welatên herêmê her yek li gorî berjewendiyên xwe vê rewşa herêma Kurdistanê bikar tîne".

Raporta 14.07.2016 Welatî desthilatê rexne Dikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG