Lînkên eksesibilîtî

Jared Kushner û Şanda Amerîkî ligel Barzanî Dicivin


Jared Kushner

Jared Kushner zavayê Donald Trump serokê Amerîka, tevî hind berpirsên Amerîkî yên di astek bilind de serdana Îraqê kir.

Roja Duşemê şanda Amerîkî ku Jared Kushner jî di gel de bû, bi armanca şerê li dij çekdarên Dewleta Îslamê DAIŞê li Îraqê serdana Bexda kir, piştî bi berpirsên Îraqî re civîn pêkanîn, şanda Amerîka serdana herêma Kurdistana Îraqê jî kir.

Joseph Dunford berpirsê Hêzên Hevbeş yên Amerîka daxwaz ji Jared Kushner û Tom Bossert şêwirmendê ewlekariya Nîştîmanî yê Qesra Spî kir, da ku di serdana Îraqê de tevlî şandê bibin.

Şanda Amerîkî bi armanca prosêsa rizgarkirina bajarê Mûsil û şerê li dij DAIŞê bişopînin, çûne herêmê.

Di serdana xwe de Jared Kushner û şanda Amerîkî ya di astek bilind de, piştî bi berpisên Îraqê re civîn pêkanîn çûne herêma Kurdistanê û li gel şanda Kurdan bi serokatiya Barzanî civîn pêk anîne.

XS
SM
MD
LG