Lînkên eksesibilîtî

Parlamenterê Kevn yê Rûsya li Ukrayna Hat Kuştin


Termê Denis Voronenkov

Parlamenterê kevn yê Rûsya Denis Voronenkov, do Pêncşemê di êrîşeke çekdarî ya li Kiev ya paytaxta Ukrayna de hat kuştin.

Serokê Ukrayna Petro Poroşenko bi daxuyanîyekê got ku berpirs rêvebirîya Moskowê ye û ew kuştin jî ‘’terora dewletê’’ ye.

Voronenkov, bi gotinên xwe yên li dijî Serokê Rûsya Vladimir Putin dihat zanîn.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Maria Zaharova, bal kişand ku rêvebirîya Kiev hîn berî vekolîna kuştinê Rûsya sûcdar dike.

‘’Medya û karbidestên Ukrayna, piştî kuştinê hîn berî demjimêrek temam bibe Rûsya sûcdar kirin. Wisa rê li ber vekolîna bêalî tê girtin’’ Zaharova got.

Voronenkov, bi xanima xwe ya wek wî parlamenter par revîyabû Ukrayna û hemwelatîya wê dewletê sitandibû.

Voronenkov îdia kiribû ku wî jiber zordarîya îstixbarata Rûsî welatê xwe terk kiriye.

XS
SM
MD
LG