Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov û Çavuşoglu 1ê Tîrmehê Dicivin


Ji Paris hat ragihandin ku, roja Înê yekî tîrmehê herdû wezêrên derve yên Rusiya Sergey Lavrov û yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dê li bajarê Sochi bihên ba hev.

Roja Ênê 1î Tîrmehê , welatên endam di civata hevkariya abûrî ya deriya reş (BSEC) de dê li bajarê Sochi bihê encamdan, bi şêweke pêkhatî dê dîdar di navbera herdû wezîran de pêk bihê.

Wezîrê derve yê Rusiya Sergy Lavrov di ûpress Konferansekê de da ye zanîn ku li gur daxwaza tirkiyê ewê dusibê roja Înê 1î Tîrmehê li bajarê Sochi li gel Mevlut Çavuşoglu wezîrê derve yê Tirkiyê bicivin.

Dîdara Civata hevkariya Aburî ya welatên deriya reş dê li bajarê Sochi hête encamdan, Tirkiye û Rusiya herdu welat endamin di vê rêxistina ê hevpeymaniya Abûrî de.

Wek tê zanîn roja çarşemê 29î hezîranê jibo cara yekê piştî têkçûne têkiliyên Rusiya û Tirkiyê, bi riya telefonê serokên herdû welatan axiftine û herdû welat di amadene têkiyên xwe vegerinin ser rewşa beriya ketina firoka Rusî ji aliyê artêşa tirk de.

XS
SM
MD
LG