Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump li Qesra Spî Pêşwazîyê li Sergei Lavrov Dike


Serok Trump û Sergei Lavrov - Washington
Serok Trump û Sergei Lavrov - Washington

Wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov roja Çarşemê li Washington dîdar li gel berpirsên Amerîkî encamdan, piştî bi hevpîşeyê xwe yê Amerîkî Rex Tillerson re li avahiyê wezareta derve ya Amerîka civîn pêk anîn, Lavrov li Qesra Spî ji aliyê serok Trump ve hat pêşwazî kirin, li ofîsa glover civîn pêkanîn, mijarên sereke yên civînan pirsgirêkên li Sûriyê û Ukraniya bûn.

Ev cara yekê ye Donald Trump ji dema bûye serokê Amerîka heta niha civînê li gel berpirsekî Rûsî yê di asta bilind de pêk tîne, serok Trump derbarê pirsgirêkên li Sûriyê got, pêwîste "şerên bitirs" yên li Sûriyê bihên rawestandin û da zanîn ku civîna li gel Lavrov civînek erênî bû.

Lavrov piştî civîn pêkanî di kongirek Rojnamevanî de derbarê rewşa Sûriyê û pirsgirkên Ukraniya axftin kirin, Lavrov got, di çareserîya şer û aloziyên Sûriyê de, pêwîstî bi hevkarî û alîkarîya Amerîka heye.

Lavrov herweha got, di civênên Astana de, gelek encamên baş hatine bidest xistin û herêmên aram yên hatine biryar dan, dê aloziyên li Sûriyê kêmtir bikin.

XS
SM
MD
LG