Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerekî Amerîkî li Herêma Kurdistanê Hate Kuştin


Leşkerên Amerîkî li Îraqê
Leşkerên Amerîkî li Îraqê

Wezîrê Berevanî ya Amerîka Ash Carter îro Sêşemê ragihand ku endamekî leşkerîya Amerîkî di şerekî nêzîkî Hewlêrê de hate kuştin.

Carter li bajarê Stuttgard ya Almanya ew agahî da, lê hurgilîyên din belav nekir.

Karbidestekî Amerîkî ji dezgehên ragihandinê yên Amerîkî re got ku leşkerê wan hate kuştin, dema ew karê xwe yê şewirmendî ji pêşmegergeyan re bi cîh tîna.

Heman karbidest da zanîn ku leşkerê Amerîkî bi guleya rastexwe ya DAIŞê ku karîbş teketa nav xeta pêşmergeyan hate kuştin.

XS
SM
MD
LG