Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

“Şer û Pevçûnên Giran li Bajarê Serêkanîyê Berdewam in”


Şer û pevçûnên giran li bajarê Serê Kaniyê berdewam in, li gorî Serokê Yekîtîya Rojnamevanên Kurd li Sûrîyê.

Birêz Lewend Husên dibêje ku pevçûn li navbera serhildayên tundrê yên Artêşa Azad û çekdarên Yekîneyên Parastina Gel yên ser bi Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) çêdibin.

Birêz Lewend Husên herwiha dibêje “her roj em dibînin ku yek ji kuştîyên Yekîneyên Parastina Gel derbasî bajarên Kurdan dibin.”

Serok Yekîtîya Rojnamevanên Kurd li Sûrîyê dibêje ku li gorî pêzanînên wan piranîya bajarê Serê Kaniyê di destê hêzên Artêşa Azad de ye.

Roja Sêşemê “têkelî li navbera Encûmena Niştîmanî ya Kurd û hevpeymanîya rikeber ya Sûrî tên kirin jibo dîtina çareyek û agirbestê di navbera herdu alîyan de,” li gorî birêz Lewend Husên.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG