Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leyla Zana bi Şerta Kontrola Dadî Hat Berdan


Leyla Zana
Leyla Zana

Parlamentera HDP’ê ya Agirî Leyla Zana îro Çarşemê dema ku ji Farqînê dihat Amedê, li cîyê kontrola polîsan hat desteser kirin.

Serdozgerîya Amedê di derheqa Zana de jiber axaftinên wê yên di dema prosesa hilbijartinê de, lêpirsîn daye destpê kirin û biryara desteserkirinê derxist.

Zana piştî ku li serdozgerîya Amedê îfade da, sewqî dadgehê hat kirin. Dadger jî bi şerta kontrola dadî hat berdan.

Xanim Zana di sala 1994’an de dema parlamentera Partîya Demokrasî (DEP) bû, jiber endamtîya rêxistina terorê hatibû girtin û 15 sal cezayê xwaribû. Ew di sala 2004’an de azad bû û di sala 2011’an de di hilbijartinan de bû parlamentera serbixwe ya Amedê.

Ew di hilbijartina Mijdara 2015’an de bû parlamentera HDP’ê ya bajarê Agirî. Wê jiber ku di sonda parlamenterîyê de li şûna peyîva “gelê Tirk” gotibû “gelê Tirkîyê” sonda wê betal bûbû û ew careke din neçû sondxwarinê. Zana jiber vê helwesta xwe beşdarî xebatên qanûnî yên parlemanê jî nebûbû.

Hêjayî gotinê ye ku hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, 12 parlamenterên wê partîyê bi îdiayên cuda girtî ne.

Di nava sê mehan de 27 parlamenter jî hatin desteser kirin û bi şerta konrola dadî hatin berdan.

Leyla Zana Serbest hat berdan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:04 0:00

XS
SM
MD
LG