Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pismamê Qadafî Dixwaze Kesên Ji Serdema Berê Vegerin Lîbya


Ahmed Mohamed Qaddaf Al-Dam, pismamê serokê berê yê Lîbya Moaamar Qadafî, ji Qahîre paytexta Misrê daxwaz dike ku, kesên ji dervey desthilata berê ya serdema Moaamar Qadafî li Lîbyayê bibin beşek ji çareseriya pirsgirêkên wî welatî, ya ku niha Netewên Yekgirtî hewil dide di nava aliyên dijber yên Lîbya de, rewşeke aram peyda bike.

Qaddaf Al-Dam dibêje bê beşdariya wan ne mumkine Netewên Yekgirtî bikare rewşeke aram li lîbyayê peyda bike, bi taybet niha duberî di navbera aliyên desthilatdar de, li Lîbya heye.

A.M. Qaddaf Al-Dam bi berdewamî di televiziona Misrê de nerîn û pêşniyarên xwe tîne ziman û dibêje, jibo ku kirîza Lîbya çareser bibe, gefên dewleta Îslamî li Lîbya nemînin û duberiya di navbera herdû Parlemanên Lîbya de yek li Terablos û yê din li Tebreq nemîne divê kesên aramiya Lîbiya dixwazin beşdarî danûstendinên Lîbya bibin.

Hafed al-Ghwell, lêkolînvan û hevalekî Qaddaf Al-dam e, di senterê Rafiq Harîrî yê Komîta Atlantîk û rojhilata navîn de karmende, dibêje Eşîretên ser sinorê Misr û Libya weke serok dewlet li wî dinêrin û bandora wî liser wan eşîran pir heye, berdewam Ahmed Qaddaf li gel wan civînan pêk tîne.

Lê aliyên Îsamî daxwaz û pêşniyarên Qaddaf Al-Dam red dikin û dibêjin bi hîç awayekî ew ne amadene pêşniyar û fikrên bermayekî rijêma Qadafî qebul bikin.

Ji Aliyê xwe de Qaddaf Al-Dam di peywendiyeke telefonî de jibo Dengê Amerîka da xweyakirin ku, daxwaza wan ew nîne bibin desthilatdar li Lîbya, bitenê ew dixwazin alîkariya welatê xwe bikin û rewşeke aram li Lîbya peyda bibe û kuştin nemîne.

XS
SM
MD
LG