Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li 25 Gundên Navçeyên Amedê Operasyon û Qedexe Didomin


Leşkerên Tirk li ser rêya navbera Lîce û Bîngolê
Leşkerên Tirk li ser rêya navbera Lîce û Bîngolê

Li 25 gundên navçeyên Amedê operasyon hat destpê kirin û qedexe hat îlan kirin.

Operasyonên leşkeri li 25 gundên li sînorê navçeyên Licê, Qulp, Farqîn, Hanî, Hezro, Karazê hatiye destpê kirin. Herwiha jibo li bingehên PKKê bixin, li gelek dever bi bifirokên şer tên bombe kirin.

Li gor çavkanîyên herêmî, bi hezaran leşker û leşkerên taybet ku ji operasyona Nisêbînê û Şirnexê de cî girtine, jibo vê operasyonê jî hatine wezîfedar kirin.

Rojnamevan Metin Bekiroglu behsa rewşa dawî ya li herêmê dike û dibêje, li gundên çîya rê ji hatin û çûn re hatiye girtin û li sedan cihan kontrol tê kirin.

“Di salên 90î de jî dimenên bi vî rengî tunebûn. Gelek gundên çîya bi firokên şer tên bombe kirin. Deverên ku tên bombe kirin, nêzî gundan e û gundî jî nikarin karê ser zevîyan û ajalên xwe berdin. Bi biryara serfermandarîyê, qedexe hatîye danîn û rojnamevan jî nikarin li herêmê dîmen û fotografan bigirin.”

KHF_6_21_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:15 0:00

XS
SM
MD
LG