Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîna ya 15 Salî li Zaxo Kuştî Hate Dîtin


Wêneyê Lîna Welîd di Mediya Civakî de
Wêneyê Lîna Welîd di Mediya Civakî de

Lîna navê keçek 15 salî, xweciha bajarê Zaxo bû, roja 3î.06 berîya çar roja ji mal derdikeve û êdî venagere mal, malbata lînayê aliyên ewlekarîyê agihdar kirin, sê rojan hemû alî li pey dîtina Lîna yê bûn, lê roja çaran doh ew li gûndê Çem Mişko liber çemê Xabûr kuştî hate dîtin.

Polîsên Zaxo termê Lînayê birin nûjdarîya dadweriyê li bajarê Duhok'ê , daku sedema kuştina wê bihê zanîn. Efser Hêmin Silêman berpirsê pişka têkilî û ragihandinê gote dengê Amerîka, heta niha derbarê pirsa kuştina Lîna yê wan du kesên gomanbar binçav kirine, lê hêjî encamên dawiyê nehatine zanîn.

Welîd Abas babê Lîna yê dibêje, me çi caran pirsgirêk ligel kesekî nebûne, herweha Lîna yê jî, di mal de, çi arêşe nebûn.

Lîna xwendekara qûnaxa amadeyî bû, ew bi saxî ji mal derket û mirî liber lêva ava xabûrî hat dîtin.

Lîna Welîd Abas li Zaxo Kuştî Hate Dîtin
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:59 0:00

XS
SM
MD
LG