Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa li Nêzî Mizgefteke Londonê de Kuştî û Birîndar Hene


Polîsên Londonê ragihand ku li nêzî Mizgefta Finsbury Park ya li bakurê wî bajarî, kamyonetek ketîye nav sîvîlan û pey re 1 kes hatîye kuştin û 10 jî birîndar bûne.

Polîs da zanîn ku ajovan ji alîyê sîvîlên li cîhê bûyerê hatîye girtin û piştre polîsan gumanbar desteser kiriye.

Serokwezîra Brîtanya Theresa May ser bûyerê got ku ‘’guman êrîşa terorî nîşan didin’’

Bajarvanê Londonê Sadiq Xan jî da zanîn ku bûyer êrîşeke terorî ye ku êrîşvan xwestîyê sîvîlên bêguneh bikuje.

Bûyer, di 00:20 yê herêmî de, piştî ku nimêja teravîhê belav bû pêk hat.

Konseya Misilmanên Brîtanya (MCB) ragihand ku bûyer li pêş Muslim Welfare House, ku navendeke civînên Misilmanan e, pêk hatîye.

Sekreterê MCB Harun Xan dîyar kir ku şofêr bi qestî ajotîye ser kesên ku ji mizgeftê derketine.

XS
SM
MD
LG