Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsekî Hizbullahê Yê di Asta Bilind De li Sûriyê Hat Kuştin


Hizbullaha Lubnanê roja înê di daxuyaniyekê de ragihand ku berpirsekî wan yê di asta bilind de li Sûriyê hatiye kuştin.

Ajansa Reuters ji Beyrot dide zanîn ku, hikumeta Amerîkî di helsengandina vê bûyerê de, daye xûyakirin ku, ev derba herî girane li Hizbullahê tê xistin piştî kuştina berpirsê wê yê leşkerî Îmad El-Muxnî li Sûriyê di sala 2008an de.

Daxuyaniya Hizbullah dibêje, kesê hatî kuştin Mustefa Bedredîn (Elseyîd Zul-Feqar), yê 55 salîye, li bingeheke leşkerî li nêzêk Firîngeha Dîmeşq di êrîşekê de hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku pêzanînên destpêkê diden eşkerakirin ku, peqînek mezin li bingehekî wan yê leşkerî li nêzîk firîngeha Dîmeşq pêkhatiye, lê heta niha ew nizanin kanê çi şêwazê peqînê bû? Niha Hizbullah lêkolînan dike kanê peqîn ji encama erîşek esamnî bû, yan êrîşa bi rokatan yan ya topbaranê.

Lê daxuyaniya Hizbullahê nade zanîn kanê berpirsê wan kengî hatiye kuştin.

Mustefa Bedredîn (Xizim) ango birayê jina Îmad El-Muxnî serleşkerê Hizbullaha Lubanê ye, yê ku ew jî, li sala 2008an li Sûriyê hatî bû kuştin.

XS
SM
MD
LG