Lînkên eksesibilîtî

Serokwezîrê Hollanda Rutte: Pirtir Mafê Me Ye ku ji Bûyerên Dawî Nerazî Bin


Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte

Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte dibêje ku toleyên dîplomatîk Tirkîyê li hember welatê wî ne cîh de ne, jiber ku pirtir mafê Hollanda ye ku ji krîza dawî nerazî be.

“Ez tiştekî ecêb dibînim ku Tirkîye li ser toleyan dipeyîve, di rastîyê de gelek sedemên me hene ku em li ser bûyerên vê heftê pir hêrs bin,” Rutte got.

Hikûmeta Tirkîyê ragihand ku ewê ragihandinên dîplomatîk yên ligel Hollanda bicemidînin, lê hîn biryarên toleyên aborî nehatine dayîn.

Piştî ku Hollanda nehêlabû du wezîrên Tirk li wî welatî axaftinan bikin, girjî û alozîyên navbera her du welatan di asta bilind de ye û gotinên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, ku Hollanda şibandibû Nazîyan, rewş hîn xirabtir bûye.

Tirkîyê do Duşemê jî ragihandibû peywendîyên asta bilind yên bi Hollanda re hatiye cemidandin. Enqerê herwiha gefa jinûve nirxandina peymana penaberan ya ligel Yekîtîya Ewrupa kiribû ku rê li ber hatina bi hezaran kesên neqanûnî ji ber derîyên Ewrupî re girtibû.

Cîgirê serokwezîrê Tirkîyê Numan Kurtulmuş jî gotibû ku ew naxwazin balyozê Hollandî, ku niha di betlanê de ye, vegere Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG