Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartina Meclîsa Fransa de Macron bi Ser Dikeve


Di hilbijartina parlamenterên Fransa de, La Republique En Marche (Meşa Komarî), ku tevgera serokomarê wî welatî Emmanuel Macron e, di gera ye yekê de bi 32,6'ê dengan bû partîya yekê.

Macron yê ku bi tevgera xwe ya nû bû serokomarê li Qesra Elysee, îcar jî mohra xwe li hilbijartina meclîsa neteweyî xist.

Di gera yekê ya hilbijartinê de, beşdarîya gel li 49,5 ji sedê ma. Di hilbijartina 2012'an de beşdarî 57 ji sedê bû ku li Fransa 47 mîlyon hilbijêr hene.

Ji meclîsa Fransa re 577 parlamenter têne hilbijartin. Li gor encamên gera yekê, Meşa Komarî (REM) 415-445, Komarîyên Opozîsyonê (LR) 80-100, Partîya Sosyalîst (PS) 30-40, çepgirên tundrê France Insoumise 10-20 û Enîya Neteweyî (FN) 1-4 kursî distînin.

Jibo ku piranîya meclîsê bi dest xîne, ji Macron re 289 kursî hewce ne ku gera yekê nîşan dide ku ewê bi awayekî hêsan bistîne. Pispor didin zanîn ku piştî gera duyê dê siyaseta Fransa de guherînên mezin çêbin.

Gera duyê ya hilbijartinê di 18'ê Hezîranê de li dar dikeve.

XS
SM
MD
LG