Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hollande: Ezê di Gera Duyê de Piştgirîyê Bidim Macron


Serokomarê Fransa François Hollande
Serokomarê Fransa François Hollande

Serokomarê Fransa François Hollande dîyar kir ku di gera duyê ya hilbijartina serokomarîyê de, ewê dijî rastgirê tundrê Marine Le Pen, piştgirîya rêberê ‘’En March’’ (Meş) Emmanuel Macron bike.

Hollande, ku ji Partîya Sosyalîst e, dîyar kir ku berbijêrê partîya wî Benoit Hamon, di gera duyê de ti tişt bi dest nexistîye.

‘’Ez ê dengê xwe bidim Macron. Çinku niha ew tenê nirxên ku yekîtîya Fransa çêdike diparêze’’ Hollande got.

Hollande bi berdewamî da zanîn ku peywendîya Le Pen bi rastgirên tundrê yên Ewrupî re heye ku ew jî jibo yekîtîya Fransa ne baş e.

Berî Hollande, serokwezîrê kevn yê Fransa François Fillon û berbijêrê sosyalîstan Benoit Hamon jî piştgirîyên xwe jibo Macron ragihandibûn.

Ger Macron yê 39 salî li hember Le Pen bi ser keve, dê bibe serokomarê herî ciwan yê hemî dewrên Fransa.

Macron berê wezîrîya aborîyê kiriye û demekê jî şêwirmendê pêş yê Hollande bû.

Di gera yekê de Macron ji dengan 24% sitandibû û Le Pen jî %21,3.

XS
SM
MD
LG