Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞê li Bakurê Sûriyê 900 Kurdên Sivîl Revandin


Kurds Protest Kidnapping of Civilians
Kurds Protest Kidnapping of Civilians

Ajansa Associated Press(AP) roja Înê ji Beyrut ragihand ku, di sê hefteyên borî de çekdarên DAIŞ ê 900 kurd revandin û weke rehîne girtine.

Ajans li gur çalakvanên Sûrî û berpirsên fermî yên kurdan li Sûriyê dide zanîn ku, li herêma bakurê bajarê Helebê di sê heftiyên derbasbûyî de, çekdarên DAIŞê ji egera windakirina gelek herêman û şerên dijwar yên kontrolkirina bajarê Minbicê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) de, çekdarên DAIŞê xelkê kurd yên sivîl weke rehîne digire.

Çavdêriya Sûrî jibo mafên mirov ku, bingeha wê ya sereke li Brîtaniya dimîne, ev yek pişrast kiriye û dibêje welatiyên kurd dihên girtin û revandin.

Herweha Şervan Derwêş gotebêjê fermî yê civata leşkerî ya Minbicê ku piraniya wan kurdin û ji aliyê hêzên Amerîkî de tên piştevanî kirin gotîye ajansa AP, DAIŞê ji sedema êrîşên liser Minbicê pêktên sivîlan digire, Derwêş Got" dema DAIŞ têkdiçe ew sivîlan dike aramnc".

Derwêş û Çavdêriya Sûrî dane zanîn ku sivîlên hatine girtin hind ji wan bi zûrî xendekan pê didin kolan û yên din hatine zînandî kirin.

XS
SM
MD
LG