Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Amerîka Ne jibo Petrolê li Îraqê Ye


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis îro Duşemê got ku leşkerîya Amerîkî ne li Îraqê ye ku petrola wî welatî ji xwe re bistîne.

Şîroveyên Mattis bi wan gotinan, xwe ji şîroveyên Serokê Amerîka Donald Trump dûr xist ku meha borî ji karmendên CIA re gotibû ku divêbû Amerîka nefta Îraqê bigirta.

“Em nehatine Îraqê ku nefta ti kesî bistînin,” Mattis ji nûçegîhanên ku ligel wî diherin Îraqê re, got.

Mattis wek berpirsê Pentagonê, cara yekê li Îraqê ye û hewil dide ku rewşa şerê dijî DAIŞ'ê li erdê bibîne ku niha amadekarîya operasyoneke nû ya hevbeş ji alîyê hêzên Îraqî û koalîsyonê ve bo Mûsilê berdewam e.

Çaverê ye ku di hevdîtinên Mattis de mijara qedexeya rêwîtîya ji heft welatên piranî Misilman, ku Îraq jî yek ji wan e, were rojevê jiber ku karbidestên Îraqî nerazîbûneke xurt hember wê nîşan dabû.

Serdana Mattis ya Îraqê, rojeke piştî daxuyanîyên Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî tê ku destpêbûna operasyoneke bêjeyî ya rizgarkirina rojavayê Mûsilê ragihandibû.

XS
SM
MD
LG