Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Kuştina Sîvîlên Sûrî ya bi Êrîşên Esmanî Rastî Ye


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis
Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis

Wezîrê Berevanî yê Amerîka James Mattis ser kuştina sîvîlên li Sûrîyê got ku divê wek ‘’rastîyeke jîyanê’’ were dîtin.

Mattis da zanîn ku jibo sîvil di êrîşên esmanî de neyên kuştin ew çi ji destê wan tê dikin, lê rê li ber mirina wan nayê girtin.

Mattis ji kanala CBS re dîyar kir têkoşîna li dijî DAIŞ’ê êdî ne li gor rêbazên têkbirinê, lê li gor yên tunekirinê dimeşe.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihandibû ku ji 2014’an vir ve, li hejmara herî bilind ya kuştîyên sîvîl yên Sûrîyê di van çar hefteyan dawî de ye.

SOHR’ê dabû zanîn ku di navbera 23’ê Nîsanê û 23’ê Gulanê de, 36 ji wan jin û 44 jî zarok 225 sîvîl hatine kuştin.

Tê dîtin ku piştî ji serokbûna Donald Trump vir ve hejmara kuştîyên sîvîl yên li Îraq û Sûrîyê bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Amerîka hefteya borî qebûl kiribû di êrîşeke esmanî ya li Mûsilê de bi kêmî ve 105 sîvîl kuştine.

Li gor raportên Neteweyên Yekbûyî (NY), di şerê navxweyî Sûrîyê de heta niha bi qasî 500,000 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG