Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Hikûmeta Sûrî Cîhê Gelek Firokên Xwe yên Ceng Guhertine


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis û hevtayê wî yî Îsraîlî Avigdor Lieberman
Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis û hevtayê wî yî Îsraîlî Avigdor Lieberman

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis îro Înê dîyar kir ku hikûmeta Sûrîyê, di van rojên dawî de firokên xwe yên ceng li gelek cîhan belav kirine.

Di preskonferanseke ku Mattis bi hevtayê xwe yê Îsraîlî, Avigdor Lieberman re li dar xist de, ji wî hat pirsîn ku Artêşa Sûrîyê firokên xwe birine bingeheke Rûsan ya li Lazkîye yan na.

"Bêguman hikûmeta Sûrî di van rojên vê dawî de firokên xwe li cîhên cuda belav kirine," Mattis got.

Wî bal kişand ku hîn jî di destê wê de çekên kîmyayî hene ku divê ev mijar bi dîplomasî were çareser kirin.

"Di destê hikûmeta Sûrîyê de çekên kîmyayî hene û ew biryarên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî binpê dike. Divê ev mijar bi rêkên dîplomatîk were çareser kirin."

Di serê vê mehê de, Amerîka wek bersîvdana êrîşa kîmyayî ya li Xan Şêxûnê bi dehan êrîşên muşekî biribûn ser bingeheke esmanî ya hikûmeta Sûrî.

Washingtonê gotibû ku hikûmeta Sûrî ji Bingeha Şayratê êrîş li dar xist ku 90 kes tê de hatibûn kuştin.

Pentagon'ê dîyar kiribû ku 20 ji sedê firokên cengê yên Artêşa Sûrîyê hatine rûxandin yan zarar dîtine.

XS
SM
MD
LG