Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîra Brîtanî May Daxwaza Hilbijartinên Pêşwext Dike


Serokwezîra Brîtanya Theresa May îro Sêşemê ragihand ku ewê bizavê bike ku di 8ê Hezîranê de hilbijartinên pêşwext pêk were.

May, sê hefte piştî bi fermî destpêkirina prosesa derketina ji Yekîtîya Ewrupa, got ku partîyên opozîsyonê hewil didin ku vê peyvajoyê hilweşînin û parleman, bi awayê ku gel ta ba hevdû, li hev nake.

"Cudabîrîya li parlemanê, zarar digehîne kanîna me ya bi serketî cîhanîna Brexitê, loma jî hilbijartinên giştî pêdivî," May got.

Hêjayî balkişandinê ye ku divê parlemana Brîtanî ew daxwaza hilbijartinên pêşwext ya serokwezîrê qebûl bike.

XS
SM
MD
LG