Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

May Dê Îro Xema Xwe Ragihîne Trump ku Amerîkî Hurgilîyên Êrîşa Manchester Belav Kirine


Arşîv
Arşîv

Çaverê ye Serokwezîra Brîtanya Theresa May, di hevdîtina xwe ya ligel Serokê Amerîka Donald Trump de, fikarên xwe bîne rojêve ku çima medya Amerîkî hurgilîyên lêpirsîna êrîşa Manchesterê parve kirine.

Li ber e May jiber peqîna terorîstî û hember îhtîmala êrîşeke nû, cîvîna NATO ya li Brukselê zû biterkîne û vegere Îngîltere.

Karbidestên Brîtanî ku li ser lêpirsîna peqîna terorîstî dixebitin, gelek hêrs bûbûn ku Amerîkî hurgilîyên êrîşê belav kirine, loma jî parvekirina agahîyan bi Amerîkîyan re sekinandine.

BBC radigihîne ku parvenekirina agahîyên derbarê êrîşa Manchesterê wê bidome, heta ku Washington garantî bide ku tiştên wiha nema dubare dibin.

Jimareke dezgehên Amerîkî, ji zarê karbidestên Amerîkî, navê bombvanê xwekuj parve kiribû, berî ku ew nav ji alîyê karbidestên Brîtanî ve bihata ragihandin.

New York Times jî fotoyên forensîk yên ji êrîşê, ku hin bi fermî nehatibûn belav kirin, weşandibû.

XS
SM
MD
LG