Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator McCain: Putin Gefeke ji DAIŞ'ê Mezintir E


Senatorê Amerîkî John McCain dîyar kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin jibo ewlekarîya cîhanê gefeke ji DAIŞ’ê mezintir e û got ku divê senato jiber maytekirina Moskowê ya di hilbijartina Amerîka de, li dijî wê hin toleyan ragihîne.

McCain, ku ser siyaseta derve ya Amerîka derîn e, ji kanaleke Avustralra ye re got ku Putin ji DAIŞ’ê zêdetir, gefa herî girîng e û li herî pêş e.

McCain da zanîn ku hîn ti delîl ser mudaxayela Rûsya ya di hilbijartina Amerîka de tune ye, lê dîyar kir ku eşkere ye ku ew, hilbijartina serokomarîya Fransa jî di nav de, hewil dide ku encamên hin hilbijartinan biguhere.

‘’Li gor min, li pêş me astenga herî mezin Rûs in, jiber vê divê toleyên me xurttir bin û ez hêvî dikim ku Senato, di vegera betlaneyê de, jibo Rûsya ceza û tolayên nû ragihîne’’ McCain got.

XS
SM
MD
LG