Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dixwaze McGurk ji Karê Xwe Were Dûrxistin


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Pêncşemê daxwaz kir ku nûnerê taybet yê Amerîkî yê koalîsyona dijî DAIŞ’ê, Brett McGurk ji karê xwe were dûrxistin, bi heceta ku ew piştgirîya YPG’ê dike.

"Brett McGurk, bi guman û bi zelalî piştgirî dide PKK û YPG. Ewê de kêrhatî be ku ew kes were guhertin," Cavusoglu di hevpeyvîna xwe ya televîzyona NTV ya Tirkî de got.

Enqere ji piştgirîya Amerîka ya ji YPGê re pir nêrazî ye û hewil dide ku Washington alîkarîya xwe ji şervanên Kurd re rawistîne, lê Serokê Amerîka Donald Trump biryar da ku çekên giran ji YPG’ê re bêne şandin.

XS
SM
MD
LG