Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel: Bila Tirkîye Ji Yekêtiya Ewrupa Neyê Dûrxistin


Şêwirmenda Almaniya Angela Merkel
Şêwirmenda Almaniya Angela Merkel

Şêwirmenda Almaniya Angela Merkel roja Çarşemê got, herçende tirsa me heye ku, Erdogan dest biser desthilatê de girtîye, lê divê Tirkiye neyê paldan heta ku dûr bikeve.

Merkel di hevpevîna hejmara îro Çarşemê de, ya rojnama "Berliner Zeitung" de gotiye "Tirkiye hevparekî giring yê şerê li dij terora Îslamiyên radîkale", di berjewendiya Yekêtiya Ewrupa û NATO'ê de ye têkiliyên baş li gel Tirkiyê hebin. Merkel dîsan got "divê em vî hevalbendê xwe yê giring ji sedema siyaseta nerênê ji xwe dûr nexînin".

Di derbarê pirsên rojnama "Berliner Zeitung" de, Merkel dibêje divê Yekêtiya Ewrupa ji nû ve, şêweyê têkliyên xwe bi Tirkiyê re serast bike, Merkel gelek bi hestiyarî nêzîkî bersivdana pirsên rojnamê yên derbarê danûstendinên endametiya Tirkiyê di "YE" de bû, lê got Tirkiye dê xeta sor derbas bike, eger sizayê mirinê pêkbîne.

Merkel heta niha daxwazên hevpeymanên xwe yên mihafizkar red dike yên dibêjin divê cut nasname bihê zelakirin, ku nêzîkî 3 Mîliyon welatiyên Tirk li Almaniya dijîn, wan nasnama Almanî û ya Tirkî heye, tê xwestin ku ew welatî yek ji wan nasnaman hilbijêrin.

Doh Johannes Hahn kesê berpirs ji berfirehbûna YE di rojnama "Kölner Stadtanzeiger" de got bû, ji sedema siyaseta nebaş ya Erdogan, ya li dij rikaberan û gotinên wî yên derbarê Almaniya de Tirkiye ji YE dûr ketîye.

XS
SM
MD
LG