Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlementerên HDP'ê bi Serokwezîra Almanya Merkel re Kom Bûn


Merkel HDP
Merkel HDP

Serokwezîra Almanya Angela Merkel, ku do Pêncşemê çûbû Tirkîyê, piştî civîna bi serokomarê wê dewletê re, bi parlementerên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) re kom bû.

Malpera HDP'ê ragihand ku parlementerên wê Îdrîs Baluken, Hîşyar Ozsoy û Mîthat Sincar li civînê hazir bûn û hevdîtina bi Merkel re bi qasî yek demjimêr dom kir.

Parlementeran ji Merkel re dan zanîn ku hevserokên partîya wan Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag girtî ne, loma jî ne hevserok lê parlementerên partîyê bi wê re rûdinin. Şandeya HDP'ê di civînê de dîyar kir ku ne tenê li ser partîya wan, lê bi giştî li dijî hemî rikeberên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan giwaştin heye.

Pêvajoya çareserîyê jî yek ji mijarên sereke yên civînê bû. Parlementeran ji Merkel re got ku piştî pêvajo bi dawî bûye, Tirkîye ketiye rewşeke xirab û du sal in nikare ji wê rewşê derkeve.

Hêjayî bîrxistinê ye ku niha li Tirkîyê 79 hevşaredarên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) û 12 parlementerên HDP'ê girtî ne û jibo 4 parlementerên din jî biryara girtinê hatiye dayîn.

XS
SM
MD
LG