Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brett McGurk: Vekişîna YPGê ji Minbic Pêngavek Giring E


Nûnerê taybet yê serok Obama yê hevpeymaniya şerê li dij DAIŞê roja Çarşemê da xûyakirin ku vekişîna hêzên YPGê bo aliyê rojhilat yê çemê Firat pêngavek giring e.

Brett McGurk di hesaba taybet ya Twîtera xwe de îro roja Çarşemê dinvîse, vaye Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bajarê Minbic vedigerin aliyê rojhilat yê rûbarê Firat, piştî wan meşq û rahênan dan xelkê xwecihên herêmê bi armanca xweparastinê ji çekdarên DAIŞ.

McGurk dîsan dibêje jibo hevpeymanan serbilindîye ku wan rahênan dane xelkê xwecihên herêmê, ev tê wateya ku DAIŞ êdî nikare vegere herêmên wan.

Herweha dibêje Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li alê rojhilatê rûbarê Firat di pêşdaçûnan de ne, jibo kontrol kirina Reqqa ku navenda DAIŞê ye pêngavên baş avêtine, di heman demê de hêzên leşkerê Îraqê di nava taxên Mûsilê de şerê çekdarên DAIŞê dikin.

Wek tê zanîn Îro roja Çarşemê Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê di daxûyaniyekê da vekişîna hêzên xwe ji bajarê Minbic ragihand û da zanîn ku, piştî hêzên wan bi hevkariya hevpeymanan alîkarî daye Meclisa Leşkerî ya Minbicê û ew bajar ji çekdarên DAIŞê hatî rizgarkirin, ewê hêzên xwe vekişînin aliyê rojhilatê rûbarê Firat.

Di heman demê de ajansa ANHA ya nêzîkî YPG da zanîn ku Hêzên Sûriya Demokratîk îro roja Çarşemê, gundê Xinêz yê dikeve bakûrê Reqqa ji çekdarên DAIŞ rizgar kir.

XS
SM
MD
LG