Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona Navnetewî Ketiye Pêy Çekdarên DAIŞ'ê ku ji Minbicê Revîne


Sîvîlên Minbicî ku ji destê DAIŞ'ê hatine rizgar kirin
Sîvîlên Minbicî ku ji destê DAIŞ'ê hatine rizgar kirin

Karbidestekî Amerîkî îro Sêşemê got ku koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞ'ê ketiye dû 100-200 cîhadîyên ku sîvîlên Minbicê wek mertal kar anîne û bi wî awayî ji bajêr revîne.

Çekdarên DAIŞê bajarê Minbic ji sala 2014'an vir ve kontrol dikir û wek navenda veguhastina endamên xwe ji nav û dervayê Sûrîyê kar tîna.

Piştî xuya bû ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) wê Minbicê rizgar bikin, dora 100-200 cîhadî bi otomobîl û qamyonan ji bajêr revîn, berdevkê koalîsyonê Kolonel Chris Garver ji Bexda, ji nûçegîhanan re got.

Berevajîya li Felucê ku hêzên Îraqî û yên koalîsyonê dora 175 wesayîtên DAIŞê ruxandibûn, hêzên HSd yên dervayê Minbicê teqe li wan nekiribûn, bi sedema ku zîyan negiheje sîvîlan.

"Di nav her makîneyekê de, ligel çekdarên DAIŞ'ê sîvîl hatin dîtin, loma êrîş li wan nehatin kirin. Me pir caran anîbû ziman ku çawa hevkarên me yên li erdê pir baldar in ku zarar negiheje canê sîvîlan. Loma jî jibo parastina sîvîlan, HSD rê da konvoyên DAIŞ'ê ku ji Minbicê birevin," Garver got.

Wî da zanîn ku kesên ku ji Minbicê revîn, ber bi bakur ve, nêzîkî sînorê Tirkîyê çûn û hêzên koalîsyonê wan kesan dişopîne, lê hurgilî neda bi çi awayî.

XS
SM
MD
LG