Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir Îdia Dike ku Rêberê DAIŞê li Sinai Ansari di Êrîşeke Esmanî de Hatiye Kuştin


Firokên Misirî
Firokên Misirî

Artêşa Misirî radigihîne ku hêzên wê di êrîşeke esmanî de rêberê DAIŞê yê li Sinai, Abu Duaa al-Ansari kuştiye.

Generalê Misirî Mohammed Samir di rûpela xwe ya Facebookê de ragihand ku Ansari di êrîşên esmanî de, li bajarokê Ariş hatiye kuştin.

Daxuyanîya Samir herwiha ragihand ku di êrîşaê de 45 çekdarên din yên DAIŞê jî hatine kuştin, lê zelal nekir ku ew êrîş kengî hatine kirin.

Hêzên Misirî çend sal in li herêma Sinai dijî mîlîtanên îslamî şer dikin, lê di mehên dawî de taybetî çekdarên DAIŞê dikin armanc.

Amerîka texmîn dike ku dora hezar çekdarên DAIŞê li wê herêmê hene.

XS
SM
MD
LG