Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura ligel Lavrov Dicive ku Agirbesta Sûrî Gotubêj Bike


Wêneya arşîvê
Wêneya arşîvê

Di berdewamîya hewlên zindîkirina agirbesta li Sûrîyê de, nûnerê taybet ya Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê Staffan de Mistura îro diçe Moskowê ku ligel Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov bicive,

Rêkeftina “sekinandina neyartîyan” ku di meha Şubatê de bi pêşengîya Amerîka û Rûsya hatibû lihev kirin, tundîya heyî bi awayekî berbiçav kêmtir kiribû, lê dû re alîyên şerker dest bi binpêkirina wê kiribû.

Şerê navbera hêzên hikûmetê û yên serhilda, taybetî li Helebê û dora giheştibû asteke ku bi sedan kes li wî bajarî hatine kuştin ku gelek ji wan sîvîl in.

Hêzên serhilda êrîşên esmanî yên hikûmeta Sûrî tawanbar dikin ku sîvîlan dike armanc, lê Şam dibêje, ew şerê terorîstan dike.

Ofîsa Lavrov ragihandibû ku wezîrê Rûsî do Duşemê bi telefonê ligel peyîvî û her du alî hevbîr in divê hemî alîyên şerker rêzê li agirbestê bigirin.

XS
SM
MD
LG