Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura Nerazî Ye ku Şerê Berdewam li Sûrîyê Rê Nadê Hîhandina Alîkarîya Mirovahî


Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûrîyê Staffan de Mistura nerazîbûna xwe li ser tundîya berdewam dîyar dike ku nahêle alîkarîya mirovahî bigeheje kesên hewcedar yên li hermên dorpeçkirî.

De Mistura civîna xwe ya ligel hêza xebatê ya gîhandina alîkarîya mirovahî ya NY de bêzarîya xwe li ser rewşa Sûrîyê anî ziman.

Wî ew civîna li bajarê Cenevrê ji dema destnîşankirî zûtir qedand û got ewê di hefteya pêş de dîsa kom bin.

“Hêvîya min ew e ku di hefteya pêş de emê çawatîya kiryarên xwe gotûbêj bikin, ne “daxwazî û sozan”.

De Mistura banga agirbesteke 48 demjimêran jibo gîhandina alîkarîya mirovahî dubare kir û got ku pêkanîna wê yekê bi hewlên Amerîka, Rûsya û welatên ser alîyên şerker li Sûrîyê bi bandor pêkan e.

XS
SM
MD
LG