Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura Dibêje NY Hebûna Xwe li Helebê Zêde Dike


Staffan de Mistura
Staffan de Mistura

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) jibo Sûrîyê Staffan de Mistura dibêje ku NY û hevkarên wê yên alîkarîya mirovahî hebûna xwe li rojavayê Helebê xurtir dikin.

De Mistura got, ew hêvî dikin ku bikaribin li rojhilata bajêr ya bin kontrola serhildayan ji guhertin li ser rewşa erdê bikin.

Wî da zanîn ku bi pêşdeçûna hêzên hikûmeta Sûrî û piştgirên wan yên Rûsî, 27000 kes ji rojhilata Helebê yan ber bi rojavayê bajêr çûne, yan jî deverên bin kontrola Kurdan û armanca hebûna wan ew e ku rê li reftarên xirab li hember wan kesan bigirin.

De Mistura xema xwe li ser rewşa sîvîlên ku çûne deverên bin kontrola hikûmetê dîyar kir û got jiber wê yekê NY hejmara karmendên xwe zêdê kirine.

XS
SM
MD
LG